Work

Rengvedanên Pêkutîyên li Ser Ziman û Nasnameya Kurdî di Romana Kurdî ya Dîasporayê da

Year: 2026
Type: article
Abstract: Ziman û nasnameya kurdî li Sûrîye, Îran û Tirkîyeyê tûşî gelek zor û zexten maye. Kurdî hatîye qedexekirin, destûra weşan û çapamenîyê nehatîye dayîn. Behsa perwerdeya kurdî nehatîye kirin û ji aliyê makezagonî ve kurd wekî tirk hatine pejirandin. Li hember van pêkutîyan gelek nivîskar naçar mane û îltîcayî Awrûpa kirine. Rewşenbîrên kurd, li dîasporayê xebatên weşan û çapamenîyê meşandine, bi vî awayî romana kurdî ya dîasporayê teşe girtîye. Di vê xebatê da em dê li ser pêkutîyên ziman û nasnameya kurdî û rengvedanên wan di romana kurdî ya dîasporayê da bisekinin. Romana kurdî ya dîasporayê jî nivîskarên ku ji welatên xwe veqetîyane û li Awrûpayê ekoleke edebî ava kirine pêk tê. Mahmut Baksi, Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Jan Dost û Helîm Yûsiv di romanên xwe da hewl dane pêkutîyên li ser ziman û nasnameya kurdî bi qasî ku tevna romanan destûr dide veguhezînin. Romannûsên dîasporaya kurdî, bi romanên xwe hewl dane ku li hember înkarkirina ziman û nasnameya kurdî derkevin û bibêjin ziman û nasnameyeke kurdan heye û mafê kurdan e ku bi zimanê xwe biaxivin û bi nasnameye xwe ya kurdî bijîn. Romannûsan, bandorên neyînî yên çandên serdest transferî bîra kolektîf a lehengên xwe kirine bi vî awayî çîroksazîyên romanên ku di dem û deverên cuda da derbas dibin, bûne galerîya rastîya sosyo-polîtîk.
Author: Roger Acun
Language: English
Open Access status: diamond
OpenAlex ID: W7166672932
FWCI:
Cites: 2
Cited by:
Related to: