Year: 2025
Type: article
Abstract: Işq, mijareke edebî, tesewufî / ‘irfanî, felesefî û derûnnasî ye. ‘Işq û evîn di pêvajoya zeman de tesireke girîng li edebiyatê kiriye. Ev bûye sedem ku lêkolîner di berhemeke edebî de li ser ‘işqê û mijarên têkîldarî ‘işqê rawestin. Yek ji mijarên ‘işqê ku lêkolîner di berhemên edebî de vedikolînin "Bûkên Edebiyatê" nin. Melayê Cizîrî yek ji mezintirîn şa’irê edebiyata Kurdîye ku bi şi’rên xwe yên ‘aşiqane û ‘arifane xwedî şuhreteke mezin e. Ew, şa’irê ‘işqê ye û me’şûq mihwera eslî ye di şi’rên wî de. Di vê xebatê de em li ser bûkên edebiyatê yên di dîwana Melayê Cizîrî de rawestiyan. Di xebatên akademik yên li Turkiye cara yekem bikaranîna têgiha "Bûkên Edebiyatê" û vekolîna bûkên edebiyatê di şi’rên Melayê Cizîrî de girîngiyên vê xebatê nin. Di encamê de em dibinin ku Melayê Cizîrî li gel bûkên edebiyata ‘Erebî û Farsî cih daye bûkên edebiyata Kurdî jî.
Author: Nurettin Ertekin
Institution: Hakkari University
Language: Turkish
Subfield: Literature and Literary Theory
Field: Arts and Humanities
Domain: Social Sciences
Open Access status: hybrid
OpenAlex ID: W7123867775
