Year: 2023
Type: conference-paper
Abstract: Melayê Cizîrî di edebiyata kurdî ya klasîk de şairekî navdar e. Lewmaher cure helbestek ji Dîwana wî di nav edîb û şairên kurdan de belavbûye û deng vedaye. Hin helbest hene ku di wan helbestên MelayêCizîrî de ji xezel û qesîdeyan piçekî cudatir in, ji ber ku Melayê Cizîrîli ber xezeleke şairekî din çend risteyan zêde kirine û bi vî rengîhelbesteke nû honandiye. Ji wan cure helbestên Melayê Cizîrî de yekheye ku gelekî navdar e û di serê Dîwanê de bi “Ela ya eyyuhes-saqî”dest pê dike. Di vê helbestê de du risteyên ewil yên Melayê Cizîrî yeû herduyên din aîdê Hafizê Şîrazî ye. Ji bilî vê, helbesteke din jî diDîwana Mela de heye ku heta niha wek muxemmes/pêncîneya Melahatibû naskirin. Lê bi vê teblixê em ê destnîşan bikin ku ew xezel nemuxemmesa Melayê Cizîrî ye, bi gotineke din, ew texmîsa MelayêCizîrî ye ku wî li ber xezela şairekî faris î nenas nivîsiye û divê bêdiyarkirin ku mexlesa wî şairî jî Celal e. Bi saya texmîsa MelayêCizîrî, wî şairê nenas û na-meşhûr di edebiyata kurdî ya klasîk de dengvedaye, bêyî ku bê nasîn. Herwiha bi qasî ku me tesbît kiriye, du şairêndin jî bi xêra texmîsa Melayê Cizîrî li ber xezela şair Celal texmîsnivîsîne. Em ê di vê nivîsarê de bi xwendin û nirxandinekenavbermetnî, pêşî behsa wî şairî bikin û piştre jî bi dorê texmîsênMelayê Cizîrî û Husên, û piştre jî tetsî/nehîneya Mela Yasînê Yusrîbikin. Wek encam têkiliyên hersê şairên kurd, nîşanî me dide kutradîsyoneke xurt a edebî di dîroka edebiyata kurdî de çêbûye. Bêjeyên Sereke: Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Texmîs, Tetsî, Celal,Melayê Cizîrî, Husên, Mela Yasînê Yusrî.
Author: Aykaç, Yakup
Institution: Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi
Language: Turkish
Subfield: Literature and Literary Theory
Field: Arts and Humanities
Domain: Social Sciences
Open Access status: green
OpenAlex ID: W7132494635
